Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzer zêdeyî 17 meh in ti agahî ji muwekîlên xwe nagrin.  Parêzer cardin ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe re hevdîtinê bikin.