Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdîtnê û bi ti awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.