Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo karibin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo karibin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz parêzer Serbay Koklu ji bo bi muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi bahaneyên "keştî xerabe ye", "rewşa hewayê nebaş e" tê astengkirin.