Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê qebûlkirin dê sibê biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Hefteya borî serlêdana parêzeran bi hinceta "kêştî xirabe ye" hatibû astengkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 601 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 167 caran ji bo biçim Îmraliyê serî li rayedaran dan.