Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne parêzeran serlêdanên nû kirin.
Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne parêzeran serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Îbrahîm Bîlmez ve hate kirin.
Parêzeran bi heman daxwazê ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdanên parêzeran bi salan bê bersiv têne hiştin. Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê jî car carna bi derengî bersivê dide û bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' bi rengekî kêfî û rêk û pêk hevdîtina parêzeran 6 mehan carekê qedexe dike.