Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û midûriyeta girtîgehê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û midûriyeta girtîgehê dan.
Parêzerên Rêber Apo Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç serlêdana ji bo hevdîtinê kirin.
Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.