Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe yê tecrîdkirî Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bibînin serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên Rêber Apo yê li Îmraliyê tecrîdkirî ye bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Îbrahîm Bîlmez serlêdan kirin.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.