Parêzer: Em ê nebin maşika li ber destê desthilatdariyê!

Rûniştina doza parêzerên ku êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê şermezar kirin pêk hat. Parêzer Ercan Kanar li rûniştinê axivî û got, "Em ê nebin maşika li ber destê desthilatdariyê. Li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin."

Ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê di dema 'qedexeya derketina derve' de hate kirin, Hiqûqnasên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Koma Parêzeran a Hemdem, Komeleya Parêzeran a Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Daîreya Hiqûqê ya Malên Gel, Parêzerên Demokrat Azadîxwaz û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz li navçeya Beyoglû ya Stenbolê çalakiyek pêk anbûn. Der barê 18 parêzerên tevlî çalakiyê bûn bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" û "Tevlî meş û civîna li dijî qanûnê bûne û li gel hişyarkirinê jî ji ber xwe ve belav nebûne' doz hatibû vekirin. Rûniştina duyemîn a dozê li 36. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Beşek ji parêzerên tên darizandin û heyeteke navneteweyî ya ji Fransayê hat tevlî rûniştinê bûn.

'EM Ê NEBIN MAŞIKA LI BER DESTÊ DESTHILATDARIYÊ'

ParAêzer Can Atalay got, "Ez ne bawerim ku me sûc kiribin. Nepêkane ku mirov vê gilînameyê ji aliyê pîşeyî ve qebûl bikin."

Parêzer Ercan Kanar jî got, "Em parêzerên hiqûqnas in. Parêzer rastiyan datînin aliyekî maseya xwe, serê xwe jî datînin ser aliyê din ê maseyê. Parêzerên hiqûqnas li ber şer, dîktatorî, komkujî, nîjadperestî, şovenîzm û qirkirinê radibin. Em ji wan parêzeran re ku ji bo azadiyê dengê xwe bilind dikin. Li refên herî pêş ên şoreşê, parêzer hene. Parêzer nabin maşika li ber destê desthilatdariyê."

'LI CIZIRÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ HATE KIRIN'

Kanar bi dewamî got, "Li Cizîrê sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin. Sûcê li dijî mirovahiyê û li dijî aştiyê, ji sûcê şer girantir e. Ev yek sûcê sûcan e."

Kanar di dewama axaftina xwe de qala hovîtiya li Cizîrê kir.

HATE TALOQKIRIN

Heyeta dadgehê li ser daxwaza berdanê ya parêzeran diyar kir ku ev daxwaza di rûniştina destpêkê de hatiye nirxandin, ne pêwîste careke din were nirxandin û ji bo parêzer parastina xwe bikin dem da. Heyetê rûniştin ji bo 19'ê Sibata 2019'an tloq kir.