Parêzer ber bi Meclîsê meşiyan: Em ê li ber xwe bidin!

Parêzer bi dirûşma ‘Berxwedan heye’ ber bi Meclîsê ve meşiyan. Parêzerên ku polîsan êrîşî wan kirin peyamên ‘Em serî natewin’ dan.

Serokên baroyan li Enqereyê li dijî pêşniyara ango daxwaza “pir baroyan” a AKP’ê li Enqereyê kom bûne. Li ser vê pêşniyarê li Meclîsê hevdîtin di navbera partiyan de tê kirin.

Serokên baroyan û parêzer ji duh ve li ber deriyê Meclîsê di çalakiyê de ne. Serokên baroyan çûn ber Edliya Enqereyê daxuyanî dan û giliyê qedexeya çalakiya xwe kirin. Piştî daxuyaniyê serokên baroyan xwestin dîsa bimeşin ber deriyê Meclîsê. Polîsan rêya wan birî û rageşî di navbera wan de derket. Bi hezaran parêzer dirûşmên “Qutifandin tune berxwedan heye”, “Li dijî faşîzmê serî rake” û “Parastin bêdeng nebû û wê bêdeng nebe” berz kirin.

Serokê Baroya Enqerê Erîç Sagkan anî ziman ku bi vê pêşniyarê dixwazin baroyan parçe bike, parêzeran bêdeng bike. Sagkan diyar kir ku ev rewş diqewime ji bo desthilatê nîşana tirsê ye. Sagkan got: “Ji bîr nekin, ji bo ronîkirina dîrokê, hêvî û mirovahiyê yên li ber xwe didin dinivîsin. Em serî natewînin.”

Parêzeran bariyên ber Edliyê derbas kirin. Polîsan xwe li meşa parêzeran negirt û bi awayek tund mudaxile kirin. Polîsan di mudaxileyê de gaza îsotê bikar anî. Hat gotin astengkirin û qedexeya çalakiya serokên baroyan li ser daxwaza Walîtiya Enqereyê pêk tê.

Rageşiya navbera parêzeran û polîsan didome.