Parêzer Akdogdû: Êşkenceye giran li muwekîlê min hate kirin

Endamê Desteya Rêveber ê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Îzmîrê parêzer Ercan Akdogdû diyar kir ku li Qereqola Akçakale ya Rihayê êşkenceyeke giran li muwekîlê wî D.D. hatiye kirin.

Li Rihayê di 23’ê Hezîranê de D.D. hat destgîrkirin û li Fermandariya Jendirmeyan a Akçakaleyê û Şaxa TEM’ê ya Rihayê îşkence lê hat kirin. Parêzerê D.D., Erdogan Akdogdu têkildarî rewşa miwekîlê xwe D.D. li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê jî piştevanî dan daxuyaniya Akdogdu.

Parêzer Akdogdu îşkenceya li miwekîlê wî hatiye kirin spart rapora tenduristiyê ya di destê xwe de û hemû hûrguliyên bûyerê vegot.

Akdogdu diyar kir ku di dema nezaretê de miwekîlê wî bi “Endamtiya YPG, DAIŞ û FETO” sûcdar kirine û dadgehê miwekîlê wî bi hinceta “sextekariya ewraqan” girtiye.

 Akdogdu destnîşan kir ku miwekîlê wî bi îşkenceyek li dijî rûmeta mirovahiyê re rû bi rû maye û got: “Di laşê miwekîlê min de şopên îşkenceyê hene. Di stûyê miwekîlê min de şopên dişibiyan naperûşkan hene. Her wiha di pişta wî û sînga wî de şopê îşkenceyê hene. Nikare bimeşe. Rewşa wî ya derûnî ne baş bû. Miwekîlê min bi revandinê tê tehdîdkirin. Bi rastî jî Riha kirine navenda îşkenceyê. Yekîneyên taybet ên îşkenceyê hatine peywirdarkirin. Me bihîst ku li Rihayê însan sê mehan di îşkenceyê de mane. Peywîrdarên taybet hatine bicihkirin. Ji bo lêpirsîn berfireh bibe me giliyê sûc kir. Dozgerê bi bûyerê re eleqedar dibe gotibû wê bi mijarê ve eleqedar be. Lê belê sewqa miwekîlê min a Tiba Edlî jî nehatiye kirin.”

 Akdogdu anî ziman ku êşkenceya tê kirin parçeyek şerê tê meşandine û wiha domand: “Têgehên ‘ew’ û ‘em’ hene. Yên wek wan nefikirin hemû terorîst in. Li gorî me rêxistina sûc a rast ew in. Ev jî bi destê hiqûqê tê kirin. Dibe ku gilîkirinên me hiqûqî îşkenceya wan ranewestîne, lê wê roj were dewran biguhere. Heke em encam ji vê gilîkirinê bi dest nexin, em ê dozê bibin ji CPT û NY’yê re.”

 Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî da zanîn ku pêkanîna derûnî ya li ser kesên hatine destgîrkirin tê meşandin di esasê xwe de îşkence ye û ew ê jî bibin şopdarên dozên îşkenceyê û yên din.