Biryara berdana parêzer Ûnsal hate dayîn

Buroya Hiqûqê ya Gel ragihand ku Dadgeha Bilind têkildarî Unsal biryara berdanê daye.

Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind, der barê parêzer Aytaç Unsal ku ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ye, biryara berdanê da.

Buriya Hiqûqê ya Gel li ser biryara hatî girtin daxuyaniyek da û got: "Daîreya 16'an a Dadgeha Bilind îro derbarê endamê buroya me Aytaç Unsal biryara berdanê daye. Bi vê biryarê re kesên Ebrû Tîmtîkê bernedan, careke din îlan kirine ku kujerê Ebrûya me ne."