Parçe ji girtiya nexweş Tokmak standin

Bi biyopsiyê parçe ji girtiya nexweş Fatma Tokmak standin, ku Tokmak li Girtîgeha Bakirkoyê ye û bi nexweşiya xwînjêçûna vajînal e.

Girtiya nexweş Fatma Tokmak, a ku li Girtîgeha Bakirkoyê ye, ji ber sedema ku nexweşî lê giran bû, şeva 6'ê Mijdarê rakirine Nexweşxaneya Nexweşiyên Pêsîrê ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sadî Konuk. Hate diyarkirin, Tokmak a ku piştre dîsa birin girtîgehê, duh dîsa li nexweşxaneyê hatiye razandin. Tokmak piştî ku kontrola wê hate kirin dîsa birin girtîgehê.

Parêzera Tokmak Eren Keskîn ku duh çûyî nexweşxanê bi doktorên Tokmak re axivî. Li gorî agahiyên ku dane Keskîn, nexweşiya xwînjêçûna vajînal bi Tokmak re heye û ji ber ku gelek xwîn jê çûye ew rakirine nexweşxaneyê. Her wiha diyar bû ku bi biyopsiyê parçe ji Tokmak hatiye standin û parçe şandine ser lêkolînê.

Her wiha Tokmak bi nexweşiya giran a dil e.