Parastina parêzerên ÇHD'yî dewam dike
Parastina parêzerên ÇHD'yî dewam dike
Parastina parêzerên ÇHD'yî dewam dike
Rûniştina doza darizandina parêzerên ÇHD'yî ku duh destpê kir, dewam dike. Li ser navê hemû parêzerên tên darizandin Serokê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli parastinê dike. Kozagaçli di parastin xwe de dewleta hiqûqê şiband pûtê ji helawê û got, "Dema hûn birçî bibin hûnê vê helawê bixwin. Armanca yekane çêkirina pûtê ji helawê, çareserkirina birçîbûna xwe ye. Dewleta bûrjûva ya lîberal jî ji bo dema birçîbû bixwe, dewleta hiqûqê ava kiriye. Lewma tevahiya sozên dewleta hiqûqê derew in."
Rûniştina yekemîn a doza darizandina 9 jê girtî 22 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), di roja duyemîn de li 23. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li avahiya Edliyê ya li Saziyên Înfaza Ceza ya Sîlîvriyê dewam dike.
Di rûniştina dozê de tevahiya parêzerên girtî û ji parêzerên ne girtî tên darizandin jî 6 jê lê amade bûn. Dema parêzerên girtî ketin salona rûniştinê dirûşmên "Parêzerên Şoreşger Rûmeta me ne" hat qîrîn. Doz ji aliyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Îlhan Cîhaner, gelek parêzer û xizmên girtiyan ve hat şopandin. Li ser navê hemû parêzeran Serokê Giştî yê ÇHD'ê Parêzer Selçûk Kozagaçli parastinê dike.
Kozagaçli da xuyakirin ku ewê di rûniştina piştî nîvro de parastina 6 parêzerên girtî û di rûniştina sibê de jî ya hemû parêzerên girtî temam bikin.
Kozagaçli bal kişand ser pênasekirina dewleta hiqûqê û got, "Dewlta hiqûqê ji bo her kesî veguheriye objeyeke mîna perestgehê. Bûye çêlekeke pîroz." Kozagaçli dewleta hiqûqê şiband pûtê ji helawê û got, "Dema hûn birçî bibin hûnê vê helawê bixwin. Armanca yekane çêkirina pûtê ji helawê, çareserkirina birçîbûna xwe ye. Dewleta bûrjûva ya lîberal jî ji bo dema birçîbû bixwe, dewleta hiqûqê ava kiriye. Lewma tevahiya sozên dewleta hiqûqê derew in."
Rûniştina dozê bi parastina Kozagaçli dewam dike.