Parastina mafê mirovan weke sûc hat dîtin!
Ji rêveberê şaxa ÎHD'ê Mehmet Tuncel ê ji bo Efrînê daxuyaniya çapemeniyê xwendî re 6 sal ceza hat birîn.
Ji rêveberê şaxa ÎHD'ê Mehmet Tuncel ê ji bo Efrînê daxuyaniya çapemeniyê xwendî re 6 sal ceza hat birîn.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Mehmet Tuncel ê ku li dijî dagirkeriya Efrînê daxuyaniya Navenda Giştî ya Komalaya Mafê Mirovan (ÎHD) li Meletiyê xwendî, bi îdîaya “Endametiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.
Tuncel ê li 2’emîn li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê axivî û diyar kir ku li dijî şer, aştiyê diparêzin.
'PRENSÎBA SEREKE YA PARASTINGERIYA MAFAN...'
Piştî biryarê Tuncel li avahiya Şaxa ÎHD’ê daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku pirensîba sereke ya parastina mafê mirovan ew e ku mirov li dijî şer aştiyê biparêze.