Papa kampên penaberan şiband kampên komkirinê
Papa Francîs, pêkanînên li welatên Ewropayê yên li dijî penaberan bi tundî rexne kir û hin kampên li Yewnanîstanê şiband kampên komkirinê yên dema Elmanya Nazî.
Papa Francîs, pêkanînên li welatên Ewropayê yên li dijî penaberan bi tundî rexne kir û hin kampên li Yewnanîstanê şiband kampên komkirinê yên dema Elmanya Nazî.
Lîderê Dêra Katolîk Papa Francîs di axaftineke xwe de bal kişand ser şaşitiya polîtîkaya welatên Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan û bibîr xist, ji ber extiyarî û kêmbûna nifûsê, hebûna penaberan li berjewendiyên Ewropayê jî tê.
Papa destnîşan kir, girtiya deriyan li penaberan ji bo Ewropayê tê wateya 'întixarê' û kampên li girava Lesbos a Yewnanîstanê ku par ziyaret kiribû, mînak nîşan da. Papa diyar kir, li van kampan, 'mîna kampên komkirinê yên serdema Elmanya Nazî' gelek mirov neçar tên hiştin ku bi hev re bijîn.
Papa her wiha destnîşan kir, ku ew lid ijî peymanên ku parvekirina wekhev a penaberan asteng dike û got, "Gelek kampên bi vî rengî yên tijî ne, hene... Mafên mirovan, xuya ye ji peymanên navneteweyî gelekî girîngtir in."
Ji ber ku welatên endamê Yekîtiya Ewropa, Ewropa Navîn û Rojhilat deriyên xwe yên sînor girtine, li Yewnanîstan û Îtalyayê ji ber zêdebûna koçberiyê, penaber neçar dimînin li nava şert û mercên ne însanî bijîn. Kampên penaberan ên li girava Lesbos a Yewnanîstanê, ji sala 2015'an û vir ve di rojeva raya giştî ya cîhanê de ne.