PAJK: Em zîhniyeta zayendîperest û neteweperest lanet dikin

PAJK: Em zîhniyeta zayendîperest û neteweperest lanet dikin

Koordînasyona PAJK'ê, zîhniyetê Erdogan ê di 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê de jî tundiya li dijî jinê rewa kir, şermezar kir.

Koordînasyona PAJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, zîhniyetê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê di 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê de jî tundiya li dijî jinê rewa kir, red kir û daxuyaniyên wî şermezar kir.

PAJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Ji aliyê biyolojîk, çandî û zîhnî ve ve rewşa cuda ya jin û mêr, sedema newekhkeviyê nîne" û ev daxuyanî da: "Di xwezayê bi xwe de yên dişibin hev hene, lê eynîtî nîne. Têgeha wekheviyê têgeheke îdeolojîk, siyasî û hiqûqî ye, rewşa xwezayî îfade nake. Pêwendiya xwe bi maf û azadiyan heye û bêyî serwerî, hêzbûyîn, serdestî, bandorî mafê wekhev ê hemû cihêrengiyan îfade dike. Ji xwe ji ber vê yekê pirsgirêka azadiya jinê jî pirsgirêka siyasî, çandî aborî yanî pirsgirêkek civakî ye. Bi ferzkirina koledariyê, zordariya mêr, mejiyê zerdest û serweriya bi zorê re, pirsgirêkek ji aliyê mejiyê mêr ve hatiye avakirin e."

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, ku Erdogan ê di dema serokwezaretiya xwe de baweriya Êzidiyan biçûk didît, xwedî mejiyê neteweperest, olperest, yekperest e û got, "Zimanê li dijî jinê bikar tîne jî zayendîperest e, lewma şîdet e."

EM YÊN XWEDÎ MEJIYÊ ZAYENDÎPEREST Û NETEWEPEREST LANET DIKIN

PAJK'ê diyar kir ku her roj bi dehan jin li naverastê rastî cînayet û êrîşan tên û destnîşan kir ku bîlançoya her salê, ji sala bihurî qat bi qat zêde ye. Koordînasyona PAJK'ê ragihand, ku her kes dizane karneya Tirkiyeyê ji aliyê maf û azadiyan nebaş e û got, "Jinên Kurd, Tirk, Ermenî, Laz, Çerkez û hemû jinên din wê bibin yek, der barê jiyan, pêşeroj û roja xwe ya îro de hîn bêhtir bi hev re çalakiyan lidar bixin, têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin û sîstemeke pirrengî ya destûra bingehîn a demokratîk ava bikin. Polîtîkayên şîdetê û mejiyê netewe dewlet ê Erdogan temsîliyeta wê dike, wê nikaribe ti jinê li malê rabigire. Li Pirsûs, Kobanê, Şirnex, Roboskî, Colemêrg, Stenbol, Edîrneyê jin ê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin û bi xurtî dewam bikin."

Koordînasyona PAJK'ê got, "Li ser vê bingehê em hemû jinên wêrek ên têkoşîna avakirina civaka azad a bi jina azad re dimeşînin silav dikin, her kesên xwedî mejiyê zayendîperest, neteweperest lanet dikin."