PÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir

Serokê PÎK'ê Hikmet Serbilind bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand û Cejna Qurbanê li gelê Kurd û hemû alema Îslamê pîroz kir.

Serokê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hikmet Serbilind bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand û Cejna Qurbanê li gelê Kurd û hemû alema Îslamê pîroz kir.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Em Cejna Qurbanê di serî de li gelê Kurd û hemû gelên alema Îslamê pîroz dikin. Cejna Qurbanê sembola ji bo mirovahiyê ji ezeziyê û daxwaziyê heywanî durbixînê û mirovahiyê bigîhînê mustewa herê bilind e. 

Armanca Qurbanê çi ye? Armanca qurbankirinê ew e ku nêzîkî Xwedê bibe û bigihîje razîbûna wî. Misilmanên ku di warê olî de dewlemend in, ji mal û milkê xwe parek ji bo sedeqe û qurbanê vediqetînin û di nav kesên hewcedar de parve dikin. Ji ber vê yekê, bawermend dema ku hewce bike dikarin malê xwe ji bo Xwedê feda bikin. Ew hevkariya civakî ji bo civakê xurt dike û mirov digihîje têrbûna giyanî.

Wek tê zanîn Cejna Qurbanê di dîroka mirovahiyê de ji bo aşitiye û azadiye rolêkî gelekî giring e. Mixabin îsal jî di vê cejnê de dîktatorên cîhanê dîsa li dijî gelên bindest qetlîaman dikin. Di serî de dewlata Tirk a nîjedperest li Başur, Rojava û li her parçeyên Kurdistanê bi kîndarî êrîşî gelê Kurd ên mazlum dike û qetlîaman dike. Di heman demê de di alema Îslamê de hinek dewlet û hêzên kujer bi navê Îslamê zilmê dikin û xwîna mazluman dirijînin. 

Xwedayê dilovan gelê me û hemû gelên mazlum ên alema Îslamê ji şerê wan kujer û zaliman biparêze. Ev roja pîroz ji bo dile mirovan berbi hev bîne û qetilkirina mirovan ji holê rabikê tê pîrozkirin.

Berxwedana Hz. Îsmaîl (a.s.) ji bo hemû mirovahiyê bûye nîşana aşîtîyê û azadîyê. Daxwaziya me ji Rehman ew e ku cejna îsal bibê wesîleya yekîtiya gele Kurd û bibê mizgîniya xêrê ji bo Kurdistana azad û serbixwe. 

Hêvîdarin ev cejna pîroz bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo gelê Kurd û hemû mazlumên Cîhanê. Em dîsa Cejna Qurbanê li alema Îslamê û bi taybetî gelên Kurdistanê Pîroz dikin.”