Ozturk: Îradeya gelê Kurd wê xewê li rejîma faşîst biherimîne

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk diyar kir ku li Kurdistanê gel li dijî rejîma Erdogan helwest nîşan da û got, "Gelê Kurd nîşan da ku wê rê nede Erdogan. Îradeyeke welê heye ku wê xewê li vê rejîma faşîst biherimîne."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk ji ANF'ê re li ser encamên hilbijartinê axivî.

Ozturk bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê ku bi salan e li Kurdistanê dewam dike û destnîşan kir ku hilbijartin jî parçeyek ji vê kevneşopiya têkoşînê ye. Ozturk têkildarî kêmbûna dengan got, "Ev yek nîşanî me dide ku di hilbijartinê de, ku lingekî têkoşînê ye em negihîştine armanca xwe. Têkoşîneke demokrasî û azadiyê heye ku bi salan e bi biryardarî dewam dike. Îradeya gelê me di encama vê têkoşînê de bandora xwe li parlamentê kir. Di dema namzetên serbixwe de, di serketina li hilbijartinên Hezîrana 2015'an de û di vê demê de ya esasî ev kevneşopiya têkoşînê ye. Hilbijartin jî parçeyekî girîng ê vê kevneşopiyê ye. Lewma kêmbûna rêjeya dengan nîşanî me dide ku di hilbijartinê de ku yek ji lingên têkoşînê ye em negihîştine armanca xwe."

EM Ê HÊVIYÊ HER MEZIN BIKIN

Ozturk diyar kir ku wan bi xurtî nekarîn Partiya Çepên Kesk ji gel re vebêjin û ji ber vê yekê jî gelek deng nederbasdar hatin hesibandin, her wiha pêkhateyên tifaqê li gorî ruhê tifaqê tevnegeriyan. Ozturk got, "Li hemberî gefa desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo girtina HDP'ê, em bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bûn. Kêmasiya me çêbû ku di demeke kurt de me nekarî partiya xwe ya nû bi gel bidin naskirin, ev yek jî bû sedem ku gelek deng nederbasdar bin. Li gelek deveran deng hatin dizîn, bêûsûlî hate kirin, li gelek deveran dengên me li ser hesabê MHP û HUDA-PAR'ê hatin nivîsandin, her wiha gotinên hin pêkhateyên me yên tifaqê ku li ruhê tifaqê nedihat, bandor li vê kêmbûna dengan kir. Li gel polîtîkayên zext û tundiyê ku bi salan e bênavber dewam dikin, îradeyeke welê heye ku bi rengekî eşkere raxist pêş çavan ku wê bi biryardarî têkoşînê dewam bike. Bi taybetî di hilbijartinên Serokkomariyê de gelê Kurd bi şênberî nîşan da ku li Kurdistanê wê rê nede Erdogan û mejiyê ku ew temsîl dike. Ev îrade wê xewê li vê rejîma faşîst biherimîne. Zû yan jî dereng wê serketinê bi xwe re bîne."

Ozturk destnîşan kir ku motîvasyona bilind û rola diyarker a gelê Kurd hem muxalefet hem jî desthilatdar tirsandiye, ji ber vê yekê jî karên hilbijartinê li ser dijminatiya li gelê Kurd meşandin. Ozturk bi dewamî got, "Yek ji sedemên herî girîng ên êrîşa li ser siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ev fikar bû. Lewma karên xwe yên hilbijartinê hemû li ser dijminatiya li Kurdan meşandin. Bi gefa girtinê ya li ser HDP'ê hewl dan ku motîvasyona gelê me bişikînin. Me li hemberî vê yekê tedbîr wergirtin, gelê xwe bêalternatîf nehiştin û bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bûn.

Ev rewş ji bo me tiştekî nû nîne, em di vê mijarê de xwedî tecrûbe ne lê belê kêmasiya me çêbû ku di demeke kurt de partiya nû ji gel re bi têrkerî vebêje. Me encama vê yekê di dengdanê de dîtin. Tevî vê yekê desthilatdariya AKP-MHP'ê derfetên dewletê hemû seferber kir, bi vî rengî karê hilbijartinê meşand û Wezareta Edaletê ji bo astengkirina karên me yên hilbijartinê wezîfedar kir. Karê vekirina buroyên me yên hilbijartinê hatin dorpêçkirin, gelê me yê dihate mîtîngên me di kontrola GBT re dihate derbaskirin. Rewşeke welê derkete holê ku mîna hilbijartin di navbera me û dewletê de tê kirin. Encama ku me di nava şert û mercên hilbijartinê yên newekhev de bi dest xistin, dûrî hedefa me jî be, hêviya bi milyonan mirovan a ji bo jiyaneke azad û wekhev zindî dihêle. Ev yek jî ji bo me çavkaniya herî girîng a moral û motîvasyonê ye. Di hevrêtiya xwe de em ê vê hêviyê her mezin bikin."

Ozturk ragihand ku rejîma yek şexsî hewl da bi rêya dijminatiya li Kurdan faşîzmê mayinde bike û diyar kir ku arîtmetîka meclîsê nîşan dide ku mejiyê înkar û îmhayê yê sed salî bi destê AKP-MHP'ê tê temsîlkirin, têkoşîna li dijî vê yekê jî wê dewam bike.