Ozsoy: Tirkiyeyê rêgeh û berê xwe guhertiye

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Hişyar Ozsoy bal kişand ser krîza navbera Tirkiye û DYE'yê ya ji ber S-400'î û got, Tirkiyeyê rêgeh û berê xwe guhertiye, ev yek meseleyeke cidî ye.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Hişyar Ozsoy polîtîkaya Tirkiyeyê ya navbera DYE û Rûsyayê nirxand û got, "Meseleya F-35 û S-400'î di çarçoveya konsepta şer a Tirkiyeyê de ketin rojevê."

Ozsoy anî ziman ku wergirtina S-400'î ne mekanîzmayeke parastinê ya ji rêzê ye û got, "Tirkiyeyê piştî ku ev yek wergirt wê bikeve bin sîwana ewlekariyê ya Rûsyayê. Tirkiye di heman demê de welatekî NATO'yê ye. Di pratîkê de rêgeh û berê Tirkiyeyê tê guhertin. Li dijî vê yekê wê pêkanînên DYE'yê hebin. Bêguman Trump hewl dide van pêkanînan hinekî nerm bike, lê belê ji aliyê siyasî ve temenê wî ji salekê hinekî din zêdetir e."

Ozsoy diyar kir, rayedarên Wezareta Parastinê ya DYE'yê gelek caran dan xuyakirin ku wê pêkanîn hebin û got, "Bêguman naverok û şêweyê pêkanînan tên nîqaşkirin. Di dawiya dawî de naxwazin ku Tirkiyeyê bi temamî bînin dijî xwe û naxwazin bi temamî winda bikin. Di navbera DYE û Îranê de alozî heye. Pêwîstiya xwe hîn jî bi Tirkiyeyê heye ku welatekî NATO'yê ye. Lê belê ev nayê wê wateyê ku wê pêkanînan ferz neke."

Ozsoy di vê çarçoveyê de bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Tirkiyeyê hejmareke zêde çek û leşkerên xwe li sînor kom kiriye. QSD jî li dijî êrîşeke gengaz hewl dide bikeve çeperan. Tirkiye eger firsendê bibîne wê êrîşî wê deverê bike. Di mijara S-400'î de rewşeke wiha jî heye. Tirkiyeyê tevî gef û zextên xwe jî nekarî DYE'yê di mijara Sûriyeyê ve bikişîne devera ku dixwaze. Lê belê bi Sûriyeyê re li hev kir û Efrîn dagir kir. Dibe ku bi rengekî eşkere bi Esad re hevdîtinê pêk bîne û li dijî Kurdan zemîneke tifaqê ava bike. Meseleya Rojava ji rêzê nabînin, weke meseleyeke mayindebûna Komara Tirkiyeyê dibînin. Berê jî gotibûn ku wê 'nehêlin Kurdistaneke duyemîn' ava bibe. Derdê wan ê bingehîn ev e. Ji ber ku nikare DYE'yê bîne asta ku dixwaze, xwe nêzî Rûsyayê kir û bi vî rengî hewl dide armanca xwe pêk bîne. Lê belê ji bo rojhilatê Firatê ne tenê Rûsya divê DYE'yê jî qanih bike. Ji xwe Rûsyayê herêmeke ewle ya ji 30 kîlometreyî pejirandiye. Ev yek li rojhilatê Firatê jî pêk were wê dengê xwe neke. DYE jî dixwaze Kurdan û Tirkan di nava hevsengiyekê de bihêle. Hewl dide fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê kêm bike."

Ozsoy bal kişand ser êrîşa provokatîf a avêtina roketê ber bi Serêkaniyê ve û got, "Ew ji xwe bûyereke provokatîf e. Bi qasî ku min di çapemeniyê de şopand QSD'ê ew şexs zevt kiriye. Tiştên bi vî rengî ji komên ser bi MÎT'ê tê. Em zanin ku demekê axaftina Hakan Fîdan di çapemeniyê de hatibû weşandin. Gotibû, 'Em ê sê çar roketan ji aliyê din biavêjin'. Pirsgirêka wan ew e ku statuyeke Kurdan a xweser ava nebe."