Ozsoy: Erdogan têk diçe, tevgera Kurd bi pêş ve diçe

Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Ozsoy di civîna gel a li bajarê Elmanya Hambûrgê de axivî û got, "Erdogan ê dîn-har bûye û têr nabe, berê 400 wekîl xwestibû, lê niha 550 wekîlên milî dixwaze. Tu yê bêjî qey weke HDP em ne milî ne û ji Marsê hatine."

Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy di civîna gel a li bajarê Elmanya Hambûrgê de axivî û got, "Erdogan ê dîn-har bûye û têr nabe, berê 400 wekîl xwestibû, lê niha 550 wekîlên milî dixwaze. Tu yê bêjî qey weke HDP em ne milî ne û ji Marsê hatine."

Civîna gel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna têkoşerên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Hatîce Kaya, piştî axaftineke kurt a vekirinê, mafê axaftinê pêşkêşî Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy kir.

Ozsoy da xuyakirin Erdogan her têk diçe, tevgera Kurd jî bi pêş ve diçe û got, "Erdogan xwest hilbijartinên bihurî pûç bike û ji aliyekî ve ev daxwaza xwe bi cih anî. Em vê hilbijartinê ne tenê ji ber daxwaza Erdogan dikin. Erdogan ê ku têkçûna di hilbijartinê de qebûl nake, gelekî bi hêrs e û di nava êrîş û hewldanên tund de ye. Erdogan bi tenê li xwe difikire, lewma divê mirov wî zêde cidî negirin. Erdogan ê dîn-har bûye û têr nabe, berê 400 wekîl xwestibû, lê niha 550 wekîlên milî dixwaze. Tu yê bêjî qey weke HDP ne milî ne û ji Marsê hatine. Tevahiya Tirkiyeyê nekarî Erdogan û zarokên wî têr bike. Niha jî dixwazin xwîna mirovên me weke şerbetê vexwin. Her roj anketan ji bo hilbijartinê dike. Encamên anketan ji bo AKP'ê zêde baş xuya nake. Ji ber vê yekê, di kêliya dawî de dibe ku hilbijartinan jî betal bike. Eger pêwîstiyê pê bibîne dikare Pirsûseke duyemîn biqewimîne û bi erkên xwe yên Serokkomariyê re bêje ewlekariya hilblijartinê nîne û hilbijartinê betal bike. Lê ti ji van jî wê nikaribe Erdogan rizgar bike. Sûcên ku wî kiriye û ew dike, ne tenê eleqeya xwe bi nava welêt heye, ew li qada navneteweyî jî sûcdar e. Ji ber ku alîkarî daye gelek komên terorîst û belgeyên vê hene. Ji ber vê yekê Erdogan hewl dide xwe rizgar bike."

Ozsoy bibîr xist ku AKP dema hat ser desthilatdariyê hem li nava welêt hem jî li derveyî welat destekeke mezin dît û axaftina xwe wiha dewam kir: "Destekeke zelal ji Îsraîl, DYA û Ewropayê dîtibû. Li herêmê ti dewlet nemabû ku pê re têkiliya xwe nebû. Bi Iraq, Îran, Sûriye û welatên Kendavê re xwedî têkiliyên gelekî baş bû. Li dijî Kurdan, xwedî têkiliyên mezin bû. Li welêt, bi wergirtina desteka gelek derdoran hatibû ser desthilatdariyê. Heta sala 2011'an ev yekîtiya hêzê li cem xwe ragirt. Di sala 2011'an de bi bihara Ereb re hemû desteka jê re dihat dayîn, winda kir. Li qada navneteweyî bi tenê ma. Li nava welêt jî, ji ber ku bi tenê ji bo xwe tevdigeriya, desteka cemaetê winda kir. Desteka ji derdorên din ên li nava welêt werdigirt jî winda kir. Desteka ji Kurdan dibîne daketiye ji sedî bîstan. Ekonomî ber bi nebaşiyê ve diçe. Ji ber vê yekê Erdogan gelekî tengav bûye. Erdogan ji bilî xilasbûna ji vê tengaviyê li tiştekî din nafikire. Lewma divê mirov Erdogan zêde mezin nekin, nebînin. Li hemberî têkçûna Erdogan, tevgera Kurd her tim bi pêş ve diçe. Çawa ku piştî hilweşîna Saddam, Kurdan mafek bi dest xistin, li Sûriyeyê jî rewşeke bi heman rengî heye, di têkçûna Erdogan de jî wê ji aliyê Kurdan ve tiştek neguherîne. Kurd bi hêza xwe bawer in û li gorî hêza xwe lîstikê amade dikin û rêya xwe didomînin."

Ozsoy da zanîn ku dewleta Tirk bi dayîna Încîrlîkê re xwest di hilbijartinan de ji DYA destekê werbigire, herêma tampon ava bike û tifaqa DYA û PYD'ê ya li dijî DAIŞ'ê xera bike û destnîşan kir, ku ti ji van bi destê Erdogan neket.

Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy got, "Ev hemû Erdogan dîn û har dike. Bi dîn û harbûyînê re êrîşî Kurdan dike. Ev êrîş li nava welêt nayê destekkirin. Tevî vê yekê jî şer didomîne. Erdogan ê ku ji şer jî encama hêvî dikir bi dest nexist, ji destpêkirina şer poşman e, lê naxwaze ji ya xwe vegere. AKP a ku di hilbijartinên beriya niha de her tim di rewşeke agirbestê re diçû hilbijartinê, niha di rewşeke şer de vê pêk tîne û dixwaze dengên neteweperestan werbigire." Ozsoy da xuyakirin ku baweriya wan bi hêza gel heye û bi desteka gelê li Hambûrgê re ew ê encameke bêhtir serketî di hilbijartinê de bi dest bixin.

Di dawiya civînê de hat bibîrxistin ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Hambûrgê de wê di 27'ê Îlonê roja Yekşemê de li salona Aûdîmaxê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş civîna gel were lidarxistin û banga beşdariyê hat kirin.

...