‘Ozgur Gundem xwedî girîngiyeke jiyanî ye, em hevkariyê mezin bikin’

Rojnamevanan bertek nîşanî girtina Ozgur Gundemê dan û gotin, di pratîkê de ti hikmê vê biryarê wê nebe, hate diyarkirin ku çapemeniya azad xwedî girîngiyeke jiyanî ye û bang piştgiryê kirin.

Rojnamevanan diyarkirin biryara ku tê zanîn nîşan dide bê ka hikûmeta Tirk ji niha û şûn de wê çawa nêzîkî arîşeya Kurd bibe.

Rojnamevan piştî ragihandina Rewşa Awarte girtina Ozgur Gundemê ji ANF’ê re nirxandin.

POLAT: DI PRATÎKÊ DE TI HIKMÊ VÊ NÎN E

Rêveberê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê Fatîh Polat:

‘’Piştî hewldana darbeyê desthilatdariyê gotibû ku wê biryarên Rewşa Awarte bi ser cimetê bin lê beşên civakê yên muxalîf dizanîbûn ku wê ne wiha be. Girtina Ozgur Gundemê weke Qanûna Takrîr-î Sukunê bi mebesta çewisandina muxalefetê ye. Şermezar dikim. Ozgur Gundem kevneşopiya weşaneke wiha ye ku gelek caran hatiye girtin û dîsa jî dest bi weşana xwe kiriye. Di wateya ê girtinê û qedexeyê di pratîkê de wê nebe. Ev biryar di heman demê de nîşan dide ku desthilardarî ji niha û şûn de bi çavê ‘’ewlekariyê’’ li meseleya Kurd binere û van polîtîkayan derxîne pêş. Ango desthilatdariya ku darbeya leşkerî bi ser de hatî, hiqûqeke wiha ava dike ku têkildarî arîşeya Kurd wê rêbazên leşkerî bide pêş. Girtina wê jî nîşan dide ku hikûmet wê bi kîjan polîtîkayan nêzî arîşeya Kurd bibe. Divê mirov qeyûma bi ser şaredariyan de, daxwaza girtina wekîlan û geşedanên bi vî rengî, bi hev re binirxîne.

Ez weke darbeyeke li azadiya çapemeniyê dibînim. Em ê hevkariya xwe ya bi Ozgur Gundemê re bidomînin.’’

ARSAN: DEMOKRASÎ Û DERBIRÎNA AZADIYÊ NÎN E

Rojnamevan û akademîsyen Prof. Dr. Esra Arsan:

‘’Gotina bi navê ‘’operasyona paqijiyê’’ji mêj ve berdewam e. Ev carinan bi gotinên nîjatperestî û carinan jî bi gotinên dînî tê kirin û carinan jî weke paqijkirina muxalîfan yan jî weke ji nû ve hilberandina zincîra reqabetê ya neolîberal a di di nav kapîtalîzmê de xwe nîşan dide. Ozgur Gundem rojnameyeke muxalîfê hikûmetê, geşedanên heyî ye û bi çavekî Kurdî nêzî meeleyan dibe. Ji hêla demokrasiyê ve xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Lê di Rewşa Awarte de dema ku mirov li rewşa daraz, emniyet, artêşê û medyayê dinere, pir dijwar bûye ku di çapemeniyê de dengekî alternatîf were bihîstin. Meda bûye weke sîrkekê. Bûye weke sîrkeke ku tij îtîrafkar bûne, her kes cemetê û muxalîfan xirab dike, qencî û neqencî nema dikare ji hev were veqetandin. Hûn dizanin ajalên sîrkê dema ku têne şopandin pir îtîatkar in, lê li kulîsê binerin, ji ber ku ew ajal werin wî halê zextên ku li ser wan têne kirin pir hêwilnak in. Di vê rewşê de, weke terîsînên Rewşa Awarte, beralîkirina muxalîfan di medya, akademî, kultur-hunerê de, siyasetê de kûr dibe. Niha biya min tiştekî absûrd e ku mirov li Tirkiyê behsa demokrasiyê, azadiya debirînê bike. Ez dibînim ku em di nav hawîrdora darbeyê de dijîn. Ji vê zincîra antîdemokratîk mixabin ku Ozgur Gundemê jî para xwe girt.’’

BAŞLANGIÇ: SEDEMÊN DARBEYÊ DÎSA TÊNE ÇÊKIRIN

Rojnamevan Celal Başlangiç:

‘’Yên ku dixwazin hewldana darbeya 15’ê darbeyê veguherînin darbeya xwe, ev li hemû Tirkiyê berbelav kirin. Pêşî rojname, televîzyon, weşanxaneyên ku bi cimetê re hatin têkildarkirin hatin girtin. Jixwe malperên muxalîf tim dihatin girtin, piştre TÎB girtin. Niha jî berê xwe dane Kurdan. Ev keysparêziya darbeyê ye. Ev kirin sedemên ku darbe bi xwe re anîn dîsa çêdikin û îhtîmala pêvajoya şer a bi Kurdan re zêde dibe.

Rojnamevanên muxalîf û serbixwe di her qadê de hevkariya hev dikirin, divê ev were xurtkirin. Lê ji bo azadiya çapmeniyê rojnamevan divê ji çalakiyan bêhtir tiştan bikin. Dawiya dawî rojnamevanî ne ew ku rojnamevan li gorî serê xwe nûçeyan binivîsîne, agahdarbûna gel e. Gel divê xwedî li mafê agahdarbûna xwe derbikeve û bi awayî xurt li pişt Ozgur Gundemê bisekine.’’

DURAN: LIXWEMIKURHATINA WÊ YE KU HEQ JÊ DERNEKETIN

Rojnamevan û rexnegirê çapemeniyê Ragip Duran:

‘’Dema girtina rojnameya Ozgur Gundemê û naveroka biryara dadgehê ya têkildarî wê pir nîqaşbar e. Deshilatdariya heyî ya siyasî, di wê demê de ku hem opeasyonên bi ser Cimeta Gulen de didomîne, bi girtina Ozgur Gundemê, hem nîşan dide ku azadiya çapemeniyê binpê dike û hem jî nîşan dide ku rewşa piştî 15’ê Tîrmehê ne ‘’şahiya demokrasiyê ye’’.  Di bûyereke wiha ku ku lêpirsîna wê hê berdewam dike, ango hê dema ku lêpirsîn û peygerîn berdewam dike, ji ber vê jî di rewşeke wiha de ku hê sûcdariya bersûc hê ne diyar e, girtina rojnameyekê weke ku cureyekî nû yê sansûrê be.

Bi girtina rojanemeyekê, bi qedexekirina wê, ne pêkan e ku polîtîka, raman, helwesta wê ya weşanê were bêbandorkirin. Raman, derbirîn, azadiya çapemeniyê, herî pir ji nûçe, şîrove, nerînên wiha re hewce ne ku li xweşiya dewlet, hikûmet, desthilatdariyê, serweriyê naçin. Heke hûn nûçe, şîrove, ramanan qedexe dikin, ev jî tê wê wateyê ku hûn heq ji wan dernakevin.’