Ozen: Rewşa Leyla Guven giran bûye

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ketibû greva birçîbûnê.Rewşa Leyla Guven girantir dibe.

Leyla Guven a ku 65 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê girantir bûye.

Şivan Cemîl Ozen ê ku parêzerê Leyla Guven e daxuyaniyeke kurt da ANF’ê û diyar kir ku ji ber tendirustiya wê ya xerab, wan nekarîne îro hevdîtinê bi Leyla Guven re bikin.

Ozen got ku, “Me nekarî em Guvenê bibînin. Tendirustiya wê xerab bûye û bedena wê sinciriye.” Ozen diyar kir ku germahiya bedena Guven îro bûye 38 derece û car caran ev germahî zêde bûye.