Ozdemîr ji dewleta Elman xwest li ser êrîşa li dijî Nakî bisekine

Parlementera Partiya Çep Cansû Ozdemîr nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Denîz Nakî yê Amedsporî da û got, “Heke Elmanya li ser van êrîşan nesekine wê êrîş zêdetir bibin.”

Parlementera Eyaleta Hambûrgê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr ji ber êrîşa li dijî Denîz Nakî yê Amedsporî, ji ANF’ê re xebitî.

Ozdemîr diyar kir ku Nakî li Tirkiyeyê gelek caran bûye hedef û êrîş lê hatiye kirin û got, “Nakî ji ber sekn, nasname û daxuyaniyên xwe yên li ser aştî û mafên mirovan gelek caran bûbû hedefa dewleta Tirk. Êrîşa çekdarî ya li dijî Denîz Nakî ne ji bo çavtirsandinê bûye, yekser xwestine wî bikujin.”

‘XETEREYÊ NABÎNIN’

Ozdemîr daxuyaniya parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan a li ser sûîkastên li Ewrûpayê bi bîr anî û got, “Sê sal in di hevdîtinan de, em ji rayedarên Elmanyayê dibêjin ku kesên muxalîf di bin xetereyê de ne. Plana sûîkastê ya li dijî Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ligel ku derket holê jî, dadgehê nexwest bibîne. Lêpirsîna sîxur Mûstafa Karataş ligel ku hate deşîfrekirin jî, tu darizandin pêk nehat. Gelo li Elmanyayê çawa 6000 sîxurên MÎT’ê bi hêsanî ji xwe re digerin? Çawa wisa bi rihetî planên sûîkastê dikin? Xetereyeke zêde heye û rayedarên ewlehiyê yên Elmanan vê xetereyê nabînin.”

‘DIVÊ GABRÎEL ÎSTÎFA BIKE’

Ozdemîr bal kişand ser têkiliya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê û got, “ Di çar mehên pêşîn ên sala 2017’an de artêşa Tirk ji fîrmayên çekan ên Elmanyayê bi qasî 5 milyon û 600 hezar eûro çek kiriye. Ligel ku di navbera Elmanya-Tirkiyeyê de krîzên dîplomatîk heye jî, firotina çekan didome. Wezîrê Karê Dervê yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel li pey xurtkirina têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re. Kuştin, girtin û sûîkast ne li xema wî ye. Êrîşa li dijî Denîz Nakî piştî hevdîtina Wezîrê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû ya bi Gabrîel re pêk hat. Dema ku ev hevdîtina Gabrîel di raya giştî de bû sedema nerazîbûnan Gabrîel piştre xwest gotinên xwe sererast bike, lê her kesî ji bazara wî ya qirêj fêm kir. Ez bawer im ew ê piştre gelek tiştên qirêj jî derkevin holê, ji ber vê divê Gabrîel îstîfa bike.”