Otonomiya Çanda Kurd a Platînovskiyê hat avakirin

Otonomiya Çanda Kurd a Platînovskiyê bi konferansekê avakirina xwe ragihand.

Li Platînovksiyê ya bi ser Krosnodarê ya Federasyona Rûsyayê, Otonomiya Çanda Kurd bi konferansekê avakirina xwe ragihand. Konferans li Mala Çand û Hunerê ya Platînovskiyê hate lidarxistin. Alîkarên şaredarê Platînovskiyê û nûnerên saziyên Kurdan ên li Krasnodarê tevlî konferansê bûn.

Konferans bi tevlêbûna 50 delegeyan hate lidarxistin û siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar axaftina destpêkê kir. Cotkar di axaftina xwe de got ku, “Divê Kurd li cihên ku lê dijîn çand û hunera xwe biparêzin. Li gelek cihên Rûsyayê Kurd xwe bi rê ve dibin û çand û edetên xwe dijîn. Destûra Bingehîn a Rûsyayê vî derfetî dide. Îro Otonomiya Çanda Kurd a Platînovskiyê gava pêşîn a rêxistinkirina vê derê ye. Divê gelê me xwedî li vê otonomiyê derbikevin û rêxistinbûna xwe xurttir bikin.”

Piştre jî Alîkarê Şaredarê Karînovskiyê Îgor Aleksyevîç û Alîkarê Şaredarê Platînovskiyê Sergey Grîgorîvîç axivîn û delegasyona konferansê silav kirin.

Di konferansê de komîteyên Çand û Huner, Ciwan, Jin, Ekonomî û Dîplomasiyê hatin avakirin.

Piştre jî hilbijartin hate lidarxistin. Ji bo hevserokatiya Otonomiya Çanda Kurd a Platînovskiyê Tahirê Newroz û Dîlbera Mehmed hatin hilbijartin. Di heman demê de Meclîsa Otonomiyê ya ku ji 33 kesan pêk tê jî hate hilbijartin.