Kurdistaniyên ku otobusa "Pirtûkxaneya Ocalan" pêşwazî kirin, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfûrtê bi dirûşma "Em qedexeya li ser PKK'ê şermezar dikin, azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" meş û mîtîngek li dar xistin.
Bi sedan Kurdistaniyên li bajarên Frankfûrt, Offenbach, Hanaû, Gîessen, Weztlar, Lîmbûrg û Darmstadtê dijîn, li ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê li hev civiyan û heta meydana Romerê meşiyan.
Kurdistaniyan balon û flamayên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" 2 kîlometreyan meşiyan û gihîştin meydana Romerê.
Kurdistaniyan li vê qadê otobusa "Pirtûkxaneya Ocalan" pêşwazî kirin û mîtîngek li dar xistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî û bi navê çalakgerên otobusê Peter Muller axivîn. Qisekeran qala armanca çalakiya xwe kirin.
Piştre, otobusê berê xwe da bajarê Strasboûrg ê Fransayê û bi rê ket.