Otobusa karkerên demsalî qulipî: Kesek mir,41 birîndar bû
Otobusa karkerên demsalî qulipî: Kesek mir,41 birîndar bû
Otobusa karkerên demsalî qulipî: Kesek mir,41 birîndar bû
Li navçeya Sêwreg ya Rihayê otobuseke ku karkerên demsalî dibir, li kamyonekê qelibî û kesek mir û 41 kes jî birîndar bû.
Karkarên ji bo findikaran berhev bikin ji Êlihê diçûn Kocaeliyê , li Sêwrega Rihayê qeza derbas kirin û otobusa ajokarê wê Alî Aksoy bû ya plakaya wê 34 ZE 0222 bû piştre li kamyoneta plakaya wê 06 AY 8407 bû ket.
Bi bandora lêketinê otobusa ku 20 karker dibin, qulipî. Di otobusê de karkerê bi navê Ercan Ozçelîk li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da û 41 kes jî birîndar bû. Piştî qezayê kesê di otobusê de bûn hatin derxistin. Li ser îxbarê gelek ambulans hatin cihê bûyerê. Birîndar jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê. 3 kes jî ji ber rewşa wan giranbû rakirin nexweşxaneyên Riha û Mêrdînê.