Otobusa ji Îranê wergeriya: 6 kes mirin

Otobusa ji Îranê wergeriya: 6 kes mirin

Li navçeya Tokat Reşadiyeyê, otobuseke bi plaqa Îranê qelibî û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, qeza îro danê sibê rû da. Hat ragihandin otobusa bi plana Îranê ya 35 B 71710 a ji Stenbolê diçû Îranê, 15 kîlometre beriya bigihêje navçeya Reşadiyeyê li nêzî gundê Umurca qeza kir û wergeriya.

Hat hînbûn di otobusa bi 20 rêwiyê de, 6 kes ji ber qezayê jiyana xwe ji dest dane 14 kes jî birîndar bûne. Birîndar rakirin Nexweşxaneyên dewletê yên Reşadiye, Nîksar û Tokatê.  Hat ragihandin, ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji Îranê ne û xebatên kifşkirina nasnameyên wan û lêpirsîna der heqê qezayê de dewam dikin.