Otobusa Azadiyê tûra xwe ya Swîsreyê li Cenevreyê bi dawî kir
Otobusa azadiyê ya ji bo Ocalan tûra xwe ya li Swîsreyê, li Cenevreyê bi dawî kir.
Otobusa azadiyê ya ji bo Ocalan tûra xwe ya li Swîsreyê, li Cenevreyê bi dawî kir.
Otobusa azadiyê ya ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya girtiyên siyasî di 9’ê Cotmehê de ji Fransayê bi rê ketibû, piştî tûra 2 rojan tûra xwe ya li Swîsreyê li Cenevreyê bi dawî kir.
BI MÎTÎNGÊ HATE PÊŞWAZÎKIRIN
Otobusa Azadiyê li mîtîngeke Place de Bela Bartokê bi mîtîngekê hate pêşwazîkirin.
Di standa li qada mîtîngê de pirtûkên Ocalan hatin pêşandan û di axaftinan de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
PERGALA ALTERNATÎF DI FIKRÊN OCALAN DE YE
Di axaftinan de bal hat kişandin ku pergala alternatîf a ji bo krîzan di fikrên Ocalan de ye û hat diyarkirin ku, kesên alîgirên demokrasî û mafên mirovan e, divê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.
Wê otobusa azadiyê sibê dest bi tûra Lyon û Fransayê bike.