Otobusa azadiyê bi kêfxweşî li Marsîlyayê hate pêşwazîkirin

Pirtûkxaneya gerok, ku 9'ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket, piştî Lyonê li bajarê Marsîlyayê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Girseya gel, ku danê sibehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, bi konvoyeke ji dehan wesayitî berê xwe dan navçeya Rognacê ku bi 40 kîlometreyî dûrî Marsîlyayê û li vê derê otobus pêşwazî kirin. Kurdistaniyan, wesayitên xwe bi alên PKK û posterên Ocalan xemilandin û ji vê derê heta meydana Vîeûx-Port qada mîtîngê, li gel otobusê hatin.

Otobus, piştî tûra li nava Marsîlyayê, ku bi qasî saetekê dewam kir, li meydana Vîeûx-Portê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ji aliyê Kurdistaniyan ve hate pêşwazîkirin. Piştre gul li çalakgerên otobusê hatin belavkirin.

Kurdistaniyan piştre govend gerandin û rizgarkirina Reqayê pîroz kirin. Pankarta bi nivîsa "Duh Kobanê, îro jî Reqa azad bû" li qada çalakiyê hate daliqandin. Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê Salih Azad û Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr li vir axivîn.

Azad got, "Roj roja xwedîderketina li Rêber Apo ye" û wiha dewam kir: "Îro li Rojhilata Navîn di şerê dijî çeteyên barbar de gelê Kurd serketineke dîrokî bi dest xistiye. Vê serketinê li Rojhilata Navîn rûpelekî nû vekiriye."

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr jî anî ziman ku otobus ji bo danasîna bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ketiye.

Goksûngûr destnîşan kir ku mîmarê azadiya Reqayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Îdeolojî û felsefeya Rêberê me ku jiyan li Rojava zindî kiriye, îro Reqa jî rizgar kiriye."

Goksûngûr bi bîr xist, ku Ocalan ev 19 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û got, "Rêberê me tevî vê dîlgirtinê jî bi nêrîn û îdeolojiya xwe her kesî azad dike. Ya kud ieve ser milê me jî azadkirina wî ye. Ev yek wezîfeya sereke ya Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn e. Eger em vê bi ser nexînin, em ê li pêşberî dîrokê hesab bidin. Em ê neçar bimînin ku hesab bidin nifşên nû."

Piştî axaftinan, rizgarkirin Reqayê bi govendê hate pîrozkirin. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.