OSCE: Riha ne ewle ye!

Heyeta Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) diyar kir ku ji ber "sedemên ewlekariyê" wan nekarîne çavdêrên xwe bişînin Rihayê ku agahiyên li ser fen û fûtan jê tê.

Nûnera OSCE Audrey Glover li Enqereyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi giştî 300-330 kes wê bi navê OSCE'yê hilbijartinê bişopînin.

Ji Glover hate pirsîn bê li Pirsûsê çavdêrên wan hene yan na û Glover got, "Ji ber tevdîrên ewlekariyê ti ji çavdêrên me neçûne wê herêmê. Ji ber pirsgirêka ewlekariyê ya li herêma sînor, çavdêrên me nînin."

Glover diyar kir, li ser vexwendina Wezareta Karên Derve heyeta OSCE roja 24'ê Gulanê hate Tirkiyeyê û got, "Nêzî mehek e çavdêr li herêmên cuda yên Tirkiyeyê belav bûne. Rewşa beriya hilbijartinê dişopînin. Her wiha çavdêrên dema kin jî berî çend rojan hatin Tirkiyeyê û wê dengdanê bişopînin."