Operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin
Rêxistinên sosyalîst ku li pêşiya Operaya Sureyya operasyonên qirkirina siyasî ya li ser ESP û SDGF’ê pêkhatî protestokirin û peyamên “Em ê teslîmê zilama we nebin” hatin dayîn
Rêxistinên sosyalîst ku li pêşiya Operaya Sureyya operasyonên qirkirina siyasî ya li ser ESP û SDGF’ê pêkhatî protestokirin û peyamên “Em ê teslîmê zilama we nebin” hatin dayîn
Li Kadikoyê operasyona li ser ESP’ê û SDGF’ê ku di nav de Serokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û Nûçegihanê ETHA’yê Pinar Gayîp jî hebûn, li ber Operaya Sureyya bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiya ku Hevserokê Bajarê Stembolê yê HDP’ê û gelek rêxistinên sosyalîst tevlîbibûn de peyama “Em ê teslîmê zilma we nebin” hate dayîn.
Di çalakiyê de ku di bin dorpêça polîsan pêkhat de pankarta li ser “Em ê bibin yek, Zêde bibin, em ê faşîzmê hilweşînin” hatibûn nivîsandin hate vekirin, bê navber dirûşmeyên “Bijî têkoşîna yekgirtî” “Bijî piştewaniya şoreşgerî”, “Destgîrkirin, girtin, zext nikare çavên me bitirsîne” hatin qîrkirin.
‘EM Ê BIBIN YEK, MEZIN BIBIN Û TEQEZ SERBIKEVIN’
Di çalakiyê de axaftina destpêkê alîkarê Hevserokê ESP’ê Beycan Taşkiran kir û got ku ew îro ji ber terora destgîrkirin û girtinê hatine gel hev. Taşkiran diyar kir ku li vî welatî ji ber ku sosyalîst ji bo azadî û edaletê têkoşînê dikin weke armanc hatine bijartin, bi kirîmînalîzekirin û tawanbar îlankirina wan hewl tê dayîn ku têkoşîna yekgirtî asteng bikin. Taşkiran wiha domand: “Rejîm di kirîzê de ye, kapîtalîzm di krîzê de ye û dewlet di krîzê de ye, ji ber ku nikarin bi rêvebibin” û wiha dom kir: “Her kes ji bo pêşerojeke birûmet têdikoşe; li ber qeserê serî natewîne û li berxwe dide. Li hemberî siyasetên şer, dijmingerî û nijadperestiya wî dibêje na. Ji bo pêşerojeke azad û wekhev weke gelê Kurd û Tirk, karker û kedkar û jin dibêjin emê têbikoşin. Dibêjin alternatîfeke me heye. Em mehkûmê faşîzmê nînin. Em ê bibin yek, mezin bibin û teqez serbikevin.”
“EM Ê TU CARÎ GAV BI PAŞ VE NEAVÊJÎN”
Hevserokê Giştî yê SDGF’ê Denîz Bahçecî bibîr xist ku dîsa bi operasyonên qirkirina siyasî re rû bi rû ne û got: “20 hevalên me bi fermana qesrê hatin destgîrkirin. Ew li ser karker û kedkaran mêtingeriyê dikin, em jî ji bo pêşerojeke cuda hewldidîn û dibêjîn ku pêşerojeke cuda heye. Ew bê hêz û ne rewa ne. Ji bo wê êrîş dikin. Me qed dev ji xwe bernedaye, devjê jî bernadin. Bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî faşîzmê têkoşîna hevpar bikin. Bi hev re xwe birêxistin bikin, em ê bi ser bikevin.”
AVCI: HÛNÊ BIÇIN SERGOYA DÎROKÎ
Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci jî axivî û destnîşan kir ku AKP-MHP bi operasyonên li pey hev dike, dixwaze bi komployan muxalefetê bêdeng bike, ji hev bixe û emrê xwe dirêj bike. Avci got: “Çawa ku di dîrokê de bi rêbazên çalakiyên wiha negihiştin ti encamê wê ji niha û şûnde jî negihêjin ti encamekê. AKP-MHP vê dizane bi ser nakeve, lê ji bo hinek din emrê xwe dirêj bike, ketine nava hewldanan. Ti hêz li ber daxwazên heq nikare xwe rabigire. Hûnê biçin sergoya dîrokî. Çiqasî dixwazin destgîr bikin, bigirin, ev têkoşîn wê bidome. Em nabêjin hevalên me berdin, dibêjin tişta ji destê we tê bikin. Eger ku her roj bi operasyonan desthilat bimaba, wê desthilatên berî we nehilweşaban. Dora we ye.”
Rêxistinên ciwanan ên mafê axaftinên girtin, peyamên têkoşînê dan.