Operasyonên qirkirina siyasî: 18 binçavkirin, 9 girtî
Li Colêmerg, Îzmîr, Şirnex û Agiriyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Li Colêmerg, Îzmîr, Şirnex û Agiriyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
AKP/Qesr ên dikin nakin nikarin berxwedana gelê Kurd bişikîne, tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomînin.
COLEMÊRG
Li gundê Aşûtê yê ku “qedexeya derketina derve” lê bi dawî bibû, leşkeran bi ser malan de girt û 12 niştecihên gund binçav kirin.
ÎZMÎR
Berî çend rojan li navçeya Konakê ya Îzmirê maşînek hatibû rawestandin, hatibû îdiakirin ku di maşînê de "madeyên teqemeniyê" hatine dîtin. Di bavbera 6-7-8'ê Gulanê de li Stenbol, Êlih, Îzmir, Aydin, Mêrdîn û Manîsayê di serdagirtinê de 14 kes hatibûn binçavkirin, 9 kes ji wan hatin girtin. 14 kesên ku piştî li qereqolê îfadeya wan hat girtin, ew derxistin Edliyeya Îzmirê û bi îdiaya "Endamê rêxisinê ne", "Li ser navê rêxistinê xebat kirine", "Ji bo di civakê de rageşiyê derxin çalakî pêk anîne", "Madeyên teqemeniyê û xeter bê destûr li ger xwe girtine" û "Çekên bê rûhset li ser xwe gerandine" bi daxwaza girtinê sewqî 2'emîn Dadgeha Sulh û Cezayê ya Îzmirê hatin kiri.
ŞIRNEX
Li Cizîra Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ketin dewrê de 2 kes hatin binçavkirin. Li Taxa Sûrê di serdegirtinên malan de birayên bi navê raşît û Serhat yîgît hatin binçavkirin.
AGIRÎ
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girt. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de Endamê Egîtîm Senê Veysî Timur, Sema Yuce Xebatkara Piştevaniya Jinê Perihan Ozbay, Halît Oral û Ercan Akboga hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Qerelola Polîsan a Uluyolê û ji wir jî sewqî edliya Bazîdê kirin.