Operasyonên qirkirina siyasî: 1 girtin, 5 binçavkirin
Li Êlihê, Wan û Mêrdînê, di serdegirtinan de kesek hat girtin, 5 kes jî hatin binçavkirin.
Li Êlihê, Wan û Mêrdînê, di serdegirtinan de kesek hat girtin, 5 kes jî hatin binçavkirin.
Li Êlihê, Wan û Mêrdînê, di serdegirtinan de kesek hat girtin, 5 kes jî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya konsepta şer a ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê meşandin de, tevî qetilkirina sivîlan, operasyonên qirkirina siyasî jî dewam dikin.
ÊLIH
2 jê zarok 5 kesên di serdegirtina malên li taxên Êlihê de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê, duh danê êvarê anîn edliyeyê. Piştî îfafdeya li dozgeriyê hat wergirtin, S.E., M.K. û Erdal Çakmaz, Hamza Kizilçam hatin berdan, Sefer Baran jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sewqî dadgeha nobedar hat kirin. Baran bi heman hincetê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.
Di vê navberê de hat ragihandin ku welatiyê bi navê Yûsûf Badur ê dixwest tevlî merasîma cenazeyê Aycan Kaya ya di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bibe, li Navenda Bêhnvedanê ya Bardakçilarê hatiye binçavkirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
WAN
Li navçeya Wan Ebexê, duh êvarê 3 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ferît Hasçelîk, Îhsan Çilgin û Mehmet Tekîn ê sedema binçavkirina wan neha zanîn, birin Midûriyeta Navçeyê.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, xebatkara Navenda Çandê ya Mîtannî Nazli Dûman, di serdegirtina mala wê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Dûman beriya niha, ji ber ku tevlî îlana xwerêveberiyê bûbû, îfade dabû emniyetê û bi şertê her roja Duşemê bê emniyetê îmze biavêje, hatibû berdan.
ÎDIR
Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder jî di nav de 10 bijarteyên DBP'yî yên li Îdirê hatin binçavkirin, anîn edliyeyê. Gelek kes li ber edliyeyê civiyan û destek dan DBP'yiyan. Tê payîn ku DBP'yî di saetên pêş de îfadeyê bidin dozgeriyê.