Operasyonê qirkirina siyasî didomin: 4 girtin, 2 jî destgîrkirin

4 HDP’î ji ber xebatên Kampanyaya Xwişk û Bira hatin girtin, li Amedê jî 2 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Bazarcix a Gurgumê 4 kesên 30’ê Hezîranê hatibûn destgîrkirin, piştî karûbarên wan ên li emniyetê û şûnde sewqî Edliyeya Bazarcixê kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeyê Nacî Kiziler hevserokê dema berê Mûart Guvenc, rêveberên partiyê Îbrahîm Ganîdagli û Mesût Gozlugol ên birin edliyeyê bi îdîaya ‘peydakirina desteka fînansî ya ji bo rêxistinê’ îfade da dozgeriyê

Dadgeha Ceza ya Sulhê her 4 kes girtin.

AMED

Di saetên sibê de polîsan avêtin ser du malên li taxa Şaar û Kelvan ên navçeya Lice ya Amedê. Piştî lêgerînên li malan hatin kirin û şûnde Hebat Saçal (25) û Serdar Canpolat destgîrkirin.

Hate zanîn ku Canpolat û Saçal birine Midûryeta Emniyetê ya Amedê.