Operasyona qirkirina siyasî ya li Îzmîrê: 4 kes hatin girtin

Piştî operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê ya li Îzmîrê û şûnde, endamê MYK’ê Mahfûz Guleryuz û endama PM’ê Gulay Gun Bîlîcî jî di nav de 4 kes hatin girtin.

Di serdegirtina polîsan a 28’ê Mijdarê ya li Îzmîrê de ji kesên hatibûn destgîrkirin 8 HDP’î derxistin pêşberî dadgehê. Endamê MYK’ê yê HDP’ê Guleryuz, endama PM’ê Bîlîcî, endamê Partiya Herêmên Demokratîk Suleyman Gunduz, Tayfûr Yahşî, Feyyaz Yilmaz, Melîh Coşkûn, Mûstefa Aydin û Zayide Ertene ên hatin zanîn ji ber axaftinên wan ên di kongreyeke ya Menemenê de hatibû kirin hatine destgîrkirin, vê sibê îfadeya wan hate girtin.

Piştî îfadeyan û şûnde endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, endamê Meclîsa Partiyê Gulay Gun Bîlîcî, Suleyman Gunduz û Zayîde Ertene bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ û ‘propadandakirina rêxistinê’ hatin girtin.

Melîh Coşkûn, Mûstefa Aydin, Feyyaz Yilmaz û Tayfûn Yahşî bi şertê ‘Kontrola edlî’ hate berdan.