Operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Îzmîrê di serdegirtina malan de rêveberên DEM Partî, DBP, HDP, Avesta û Ege TUHAYDER'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Îzmîrê di serdegirtina malan de rêveberên DEM Partî, DBP, HDP, Avesta û Ege TUHAYDER'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser gelek malan. Nûnerê Herêma Egeyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Aslan Kizil, Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aydin Çetînkaya, Hevserokê Komeleyên Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta Ramazan Kaygisiz, Hevserokê Navçeya Menemenê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ekrem Karakoç, rêveberên berê yên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a ya Egeyê (EGE TUHAYDER) Selma Altan, Hediye Tekîn û Îsmet Akdemîr hatin binçavkirin.
Kesên ku bi hinceta 'endametiya rêxistinê' hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê.
Her wiha ji bo 24 saetan biryara nepenîtiya dosyayê ji bo parêzeran hate dayin.