Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 140 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bi heman daxwazan li Hewlêrê endamê HDP’ê Nasir Yagiz 126 roj, li Strasboûrgê 14 çalakger û li Galê jî Îmam Şîş 100 roj û girtî jî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Hevseroka bajêr a HDP’ê ya Mêrsînê Zelal Onen derbarê çalakiyan axivî û xwest ku bila tecrîd were rakirin û çalakiyên dawîanîna jiyanê were sekinandin.
‘TECRÎD DIVÊ WERE BIDAWÎKIRIN’
Onen diyar kir ku jin pêşengiyê ji pêvajoya dijwar re dikin û got ku “Dîsa jinan pêşengiya vê pêvajoya dijwar kirin. Leyla Guven ev gav da destpêkirin. Tecrîd ne bi tenê li ser rêzdar Ocalan, li ser hemû girtî û gel heye. Ev tecrîd li ser hemû mirovên li Rojhilata Navîn û li ser wijdanan e. Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven. Leyla Guven mafdar e û li ber xwe dide. Ji ber ku tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye û divê were bidawîkirin.”
‘LEYLA NAQEDIN’
Onen nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî da û got ku, “ Rojeva me ya sereke ya tecrîd û greva birçîbûnê ye. Hilbijartin rojeva me ya 3’emîn e. Me jinan kart ji Parlementoya Ewropayê re şandin da ku li hemberî van çalakiyan bêdeng nemînin. Ewropa ne zêde bêdeng e, cihê ku herî zêde bêdengî lê heye, Tirkiye ye. Bi bêdengiyê re ew dibêjin qey ew ê ev berxwedan were şikandin lê na! Leyla ne bi tenê kesek e, bi hezaran Leyla hene. Bi hezaran Leyla hene ku dikarin alaya wê hildin. Ev bêdengî nikare berxwedanê bêdeng bike.”