Onder: Serketina me wê ji ya 7'ê Hezîranê mezintir be

Parlamenterê HDP'yî Sirri Sureyya Onder diyar kir ku AKP-MHP ketine nava tirs û fikaran û got, "Em ê di hilbijartinê de serketineke mezin bi dest bixin."

Parlamenterê Enqereyê yê HDP'yî Sirri Sureyya Onder ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re li ser hilbijartinê axivî û got, desthilatdarî ketiye nava panîkê lewma bi lez û bez biryara hilbijartinê daye.

'KETINE NAVA PANÎKÊ'

Onder işaret bi MHP'ê kir û got, "Şirîkê biçûk ê desthilatdariyê ketiye nava tirs û fikaran. Dît ku wesfa xwe ya partiya siyasî nemaye û şirîkê mezin ê desthilatdariyê jî li paşeroja welêt nafikire, bi tiştên din dibile û ji bo temamî ji holê ranebe, banga hilbijartina pêşwext kir."

Onder destnîşan kir ku banga ji bo hilbijartina pêşwext bi vê panîkê hate kirin û anî ziman ku şirîkê mezin ê desthilatdariyê jî ji bo mûxalefetê tengav bike, ji ber tirsa man û nemanê hilbijartina ferz kir.

'EM AMADE NE'

Onder got, "Di nava şert û mercên herî giran de, ku êrîşên dijwar li me dihate kirin, me kongreya xwe pêk anî" û wiha dewam kir: "Gelek kesî girîngiya vê yekê, zor û zehmetiya wê baş fêhm nekir. Hêzeke ku di nava wan şert û mercan de nêzî 50 hezar kes bi coş û biryardariye mezin li hev civand û hem perspektîfeke siyasî destnîşan kir, dikare ji bin her hilbijartinê rabe. Ev mesele, pirsgirêka bloka din e ku xwe weke mûxalîf dibîne. Gelo ew amade ne? Em ne partiyeke ku tenê di dema hilbijartinê de xuya dike. Em rojê 24 saetan li her qada jiyanê di nava zilm-têkoşînê de ne." Onder da xuyakirin ew bi her awayî amade ne.

Onder işaret bi rewşa awarte kir û got, hebûna rewşa awarte divê bibe zemînek ji bo peydakirina rê û rêbazên afirîner.

Sirri Sureyya Onder der barê helwesta partiyên din ên mûxalîf de ku xwe nêzî HDP'ê nakin got, "Yên ku me ji nedîtî ve tên cihê xwe di nava kategoriya ehmaqên dîrokê de digirin. Ji kê tê ku me ji nedîtî ve bê." Onder got, "Ev yek bêçaretiya mûxalefetê ye ku nikare ji çarçoveya ku Tayyîp ji wan re destnîşan kiriye derkeve. Ev blok ewçend bêçare bûye, ku radibe mûxalefeta xwe jî li gorî koordînatên Erdogan dike. Wezîfeya me ye ku em girîngiya aştî, demokrasî û azadiyê bînin bîra her kesî."

'SERKETINA ME WÊ YA JI YA 7'Ê HEZÎRANÊ MEZINTIR BE'

Parlamenterê HDP'yî Sirri Sureyya Onder li ser encamên hilbijartinê ev nirxandin kir:

"Di her şert û mercî de em ê ji serketina 7'ê Hezîranê mezintir serketinekê bi dest bixin. Ev yek wê nebe serketina hilbijartinekê. Wê derseke girîng bide mûxatabên me, bide dost û dijminan ku em tevgereke çawa ya siyasî ye. Hilbijartin wê ji bo dîroka siyasî ya Tirkiyeyê guhertinên girîng bike."