Onder: Ji gotinên Ocalan ditirsin

Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku hemû gotinên ku Ocalan dikir a niha pêk tê û got, “Ji gotinên Ocalan ditirsin.”

Forûma bi navê ‘Doza Kurdan û Polîtîka Hiqûq a Tecrîdê’ ya ku ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Asrinê hatibû lidarxistin, îro piştî nîvro jî domiya. Hevseroka HDP’ê ya bajêr a Stenbolê Esengul Demîr, parlementerên HDP’ê Mîthat Sancar û Huda Kaya û Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû jî beşdar bû.

ONDER: HEMÛ GOTINÊN OCALAN BI CIH HATIN

Onder di forûmê de axivî û got, “Mekanîka darbeyê ya ku rêzdar Ocalan her dem qala wê dikir îro him bi awayê pratîk û him jî bi awayê teorîk hate rojevê. Rêzdar Ocalan yek ji wan kesên jîr e ku, behremendiya wî ya têgih û têgihiştinê gelekî xurt e. Di pêvajoya bi wî re de pêşdîtineke wî ya xurt hebû. Bi aliyê xwe yê dîrokî û felsefe jî ev pêşdîtin xurttir dikir. Gotinên wî yek jî dereng an jî kêm pêk nehat. Wî got çi, hemû tişt pêk hatin. Dema pêkhatina bûyeran jî wekî wî derket.”

‘DITIRSIN’

Onder diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê Cemaetê li cihê bêhnstendinê ya Ocalan guhdariya wî kiriye û ev tişt wekî arguman bi kar anîn. Onder got ku, “Gladîo, Ergenekon, cemaat an jî serwîsên biyan, kî di nav mekanîka darbeyê de bin, hemûyan bi awayekî taybet Îmrali kirine hedef. Raya giştî baş bi vî tiştî nizane. Desthilatdarî naxwaze ku em ji rêzdar Ocalan jî hîn bibin. Berê dema ku tecrîd giran dibû, bi çalakî û zextan dewletê bi hevdîtina malbatê re ev nîqaş bi dawî dikir. A niha dewlet gelekî tedîrgîn e ku wê rêzdar Ocalan piştî darbeyê bibêje çi. Ji ber vê jî tecrîd girantir kirine.”

GENÇ: ŞER NE QEDER E

Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç jî têkildarî ‘Şerê li Rojhilata Navîn û çareseriya demokrasiya radîkal’axivî û got, “Ocalan digot heke ez ji Sûriyeyê derneketima wê Şerê Cîhanê yê 3’emîn pêk bihata. Min pêşiya şer girt. “

Genç got ku, “Di qedera Rojhilata Navîn de tiştên xweş jî hene. Demokrasiya radîkal bi nihêrtina wî tiştî pêk hatiye.”

Danişîna duyem bi pirs û bersivanê bi dawî bû. Beşa dawîn a forûmê jî bi awayê ku ji çapemeniyê re girtî, didome.