Onder ji girtîgehê derket

Wekîlê berê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder piştî biryara Dadgeha Bingehîn a Tirk a, ''binpêkirina azadiya derbirînê ye'' hate berdan.

Piştî ku Dadgeha Bingehîn a Tirk (AYM) têkilî wekîlê berê yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder biryara, ''binpêkirina azadiya derbirînê ye'' stand, Dadgeha Giran a Cezayê ya 26'an a Stenbolê biryara berdana Onder da.

Onder ji 6'ê Kanûna 2018'an ve li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimro 1'ê girtî bû.

Li ber deriyê girtîgehê wekîlên HDP'ê Zuleyha Gulum, Ferhat Encu, Sarûhan Olûç, Meral Daniş Beştaş û wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û malbata Onder, Onder pêşwazî kirin.