Onder: Eger em edaletê bi cih nînin, bila jiyan li me heram be

Parlamenterê HDP'ê Onder, di bîranîna qurbaniyên Komkujiya Enqereyê de axivî û got, "Eger em edaletê bi cih nînin, bila jiyan li me li me heram be! Em kujeran nas dikin; em ê ji bîr nekin."

Mirovên ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 16. de li ber Gara Trenê ya Enqereyê hatin bîranîn. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, nûnerên 10 EKÎM-DER'ê, Parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Muslum Dogan, Mahmut Celadet Gaydali û Parlamenterê CHP’ê Nîyazi Nefî Kara tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin û pankarta "Em ê hesab bipirsin, efû nekin, ji bîr nekin” hat vekirin.

Saet di 10.04 de ku komkujî di wê kêliyê de pêk hatibû, rêz hat girtin. Piştre Seroka 10 EKÎM-DER’ê Mehtap Coşkûn axivî û der barê dozê de got, "Em li rûniştina dozê axivîn. Me çi dizanîbûn, eşkere kir. Divê ti tişt veşartî nemîne. Em doza alîkariyê li şahidan dikin. Bang li her kesî dikin ku xwedî li dozê derkevin."

'EM KUJERAN NAS DIKIN Û JI BÎR NAKIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî da zanîn ku ji bo li vir peyker bê çêkirin wê bixebitin û got: "Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane em ê aştiyê bînin welat. Em kujeran nas dikin û em ê ji bîr nekin. Eger em edaletê bi cih nînin, bila jiyan li me heram be."

Parlamenterê CHP’ê yê Antalyayê Niyazî Nefî Kara jî anî ziman ku kesên dibêjin aştî wekî 'xayîn', kesên dibêjin mirin wekî 'qehreman' tên îlankirin û wiha axivî: "Em deyndarên kesên jiyana xwe ji dest dane ne. Em deyndarên kesên ji bo aştiyê canê xwe dane ne

Piştî bîranînê girseyê gul danî cihê komkujî lê bû. Girse piştre ber bi Dadgeha Enqereyê ve ku wê doza 10’ê Cotmehê lê bê dîtin, bi rê ket.