Onder ê BDP'yî bi Arinç re rûnişt
Onder ê BDP'yî bi Arinç re rûnişt
Onder ê BDP'yî bi Arinç re rûnişt
Parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder, ku di roja destpêkê ya berxwedana Taksîmê de xwe avêt pêşiya kepçeyê û nehişt darê bibire û bi vî rengî mijar xist rojeva Tirkiyê, bi Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç re hevdîtin kir. Onder wê di saetên pêş de jî bi Serokkomar Abdûllah Gul re hevdîtinê bike.
Parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder, ku di roja destpêkê ya berxwedana Taksîmê de xwe avêt pêşiya kepçeyê û nehişt darê bibire û bi vî rengî mijar xist rojeva Tirkiyê, bi Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç re hevdîtin kir. Onder piştî hevdîtina saet di 14.00'an de daxuyaniyek kurt da û diyar kir, ku der heqê çalakiyan de Arinç xwedî agahiyên têrke nîne.
Onder da xuyakirin ku wan rewş nirxandin e û got, "Hin nuqteyên ku di daxuyaniya wî de cih negirtin, min jê re got. Min pêşniyarên xwe kir. Min xwest saet di 16.30'an de bi Serokkomar Birêz Abdullah Gul re hevdîtinê bikim. Ezê daxuyaniya pêwîst, piştî hevdîtina xwe ya bi Birêz Serokkomar re, bidim."