Onder: Cihê xwe terk nekin îşev pîrozbahî nîne

Namzetê HDP’ê yê Enqereyê Onder, bang li tevayî wezîfedarên ser sindoqan kir ku heta encamên dawî neyên aşkerakirin cihê xwe neterikînin.

Namzetê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, têkildarî encamên hilbijartinan ên hê bi awayekî fermî nehatine ragihandin daxuyaniyeke kurt da. Onder bang li tevayî wezîfedarên ser sindoqan kir ku heta encamên dawî neyên aşkerakirin cihê xwe neterikînin.

Onder got, “Wê hevserokên me daxuyaniyê bidin. Em li gor encamên niha bi 80 parlamenterî li ber qeraxa Meclîsê ne. Ev serketina aştiyê ya li hember şer, serketina demokrasiyê ya li hember hovîtî, serketina azadiyê ya li hember zilmê ye. Ji tevayî Tirkiyeyê re ser xêrê be.”

Onder got, “Em ji tevayî welatiyên xwe rica dikin” û diyar kir wê ti pîrozbahî îro neyên lidarxistin. Onder wiha dewam kir: “Ya duyemîn hevalên me yên li desteyên hilbijartinê yên li navçe û bajaran wezîfedar heta encama dawî neyê aşkera kirin cihê xwe terk nekin.”