Onder: CHP weke teksiya firsend ya li pey ambulansê diçe ye

Onder: CHP weke teksiya firsend ya li pey ambulansê diçe ye

Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da diyarkirin ku, Serokê CHP’ê Kiliçdaroglû çalakiyên li Parka Gezî firsend dît û got; “Tu kes naxwe çavê min.”

Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ku ji destpêka protestoyên li Parka Geziyê li Taksîmê bû û di encama êrîşa polîsan de birîndar bû rakirin nexşwexaneyê. Piştî ji nexweşxaneyê derket bi heyeta HDK’ê careke din vegerî Qada Taksîmê.

Onder di demjimêrên şevê de tevlî Nûçe TV bû û bûyerên rû dane vegot. Onder Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yê roja 5’mîn çû Taksîmê jî rexne kir.

Onder destnîşan kir ku, Kiliçdaroglû piştî ku polîs vekişiyan hatiye Taksîmê û got, “Me berxwedan da destpêkirin. CHP’ê xwest weke teksiya firsend ya Ii pey ambulansê diçe xwe bavêje ser. Tu kes naxwe çavê min…”