Onder: Berxwedan rûmet e, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder got, “Berxwedan rûmet e. Bila fezlekeyan vekin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo welatekî demokratîk û azad bidomînin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêka SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Edîrneyê tevlî dozek li Enqereyê bû.

Piştî rûniştinê, Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Surreyya Onder ev nirxandin kirin:

“Em li dosyayan dinêrin, ti bingeh nîne. Her derê wê derew in. Ti tiştekî ku bibe sûc nîne. Giştî bi dehfdanê ye. Her wiha, piraniya van dozgerên ku dosya amade kirine an hatine îxraçkirin an jî girtî ne…

Îro Demîrtaş bi sûcdariya heqaret li Serokkomar kiriye tevlî rûniştinekê bû. Dewlet Bahçelî beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê tevahî kampanya xwe li ser gotina dizîtiyê ava kiribû. Ti axaftinek wî nîn bû negota “Em ê hesab ji dizan bixwazin”. Dûvre piştî têkîlî bi Qesrê re danî, Birêz Demîrtaş gotibû, “Hem dibêjî diz, hem diçî Qesra wî. Çi bû?” Tiştê balkêş ev e; ne Erdogan der heqê Bahçelî de serlêdanek kiriye, ne jî ti dozgeriyan doz vekirine. Lê der heqê Demîrtaş de fezleke amade kirine.

Dema mirov li vir dinêre mimkûn e ku mantix û naveroka van operasyonên siyasî bibîne.

‘AKP NIKARE BIGIHÊJE HIN WEKÎLÊN XWE!’

Hikûmet ketiye derdê xwe. Li gor axaftinên li kûlîsên AKP’ê, nikarin bigihêjin hin wekîlên xwe. Beriya serokatiya ku dixwazin bi hev re bînin, deynin ber me, di nav xwe de gelek pirsgirêkan dijîn. Tevî van jî ez îfade dikim ku em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo welatekî demokratîk, azadîxwaz bernedin. Divê azadiyên siyasetmedarên me ku mafên wan hatine xespkirin, derhal bê îadekirin.”

Onder, bersiv da pirsên kedkarên çapemeniyê. Li ser pirsa ku der heqê wî de daxwaza 40 sal cezayê hepsê heye, got; “Berxwedan rûmet e. Bila fezleyeke din veke.”