Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder got, "Weke Berdevkê Heyeta Îmraliyê, di serî de Birêz Davûtoglû û Yalçin Akdogan ez bang li hemû endamên desteya çareseriyê dikim, ku ji bo karê divê were kirin bicih bîne, li gel çapemeniya neteweyî û navneteweyî em biçin herêma pevçûnê û li aliyan guhdarî bikin."
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, der barê operasyona artêşa Tirk a li Çiyayê Tendurekê de daxuyaniyên girîng da DÎHA'yê.
Onder diyar kir, ku betalkirina hilbijartinan jî di nav de hikûmet ji bo pêşî li windahiya dengan bigire dikare serî li her rê û rêbazê bide û got, "Gotina 'Demîrtaş derewan dike' derewa herî mezin e. Bi provokasyona dawî ya Giyadînê re bi awayekî zelal derket holê ku çima Serokkomar Heyeta Şopandinê naxwaze û çima hikûmet ji mutebeqatê vegeriya ye. Hikûmet bi xwe jî dizane ku bi derxistina aloziyê re nikare dengên xwe yên kêm dibe, berhev bike. Ya ku hikûmet dixwaze bike, betalkirin an jî taloqkirina hilbijartinê ye. Ji ber ku nîvê welêt veguheriye rewşa awarte. Delîla herî vekirî ya vê yekê, belavokên rêveberiya awarte ya Fermandariya Giştî ye, ku xwedî naverokên siyasî ne."
'YEKANE ÇARESERIYA HER KESÎ RIZGAR BIKE BAWERIYA JI AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE'
Onder anî ziman ku hikûmet dixwaze bi van hewldan û hewldanên mîna vê re HDP'ê di binê bendê de bihêle û got, "Bi aloziyên di nava du mehan de derxînin re nedikare dengên xwe yên belawela bûne berhev bikin ne jî dikarin HDP'ê di binê bendê de bihêlin." Onder got, "Neteweperestiya ku duh xistibûn bin lingê xwe îro kirine sêva sor û li ser serê xwe digerînn. Lê ev yek jî wê nikaribe wan rizgar bike. Yekane çareseriya dikare her kesî rizgar bike, baweriya ji aştî û demokrasiyê ye."
'OCALAN DER BARÊ PROVOKASYONAN DE EM HIŞYAR KIRIBÛ'
Onder da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê bûyerên mîna vê biqewimin de ew hişyar kirine û got, "Hem KCK'ê hem jî Birêz Ocalan der barê provokasyonên bi vî rengî de ji berê ve em hişyar kiribûn. Bi israr hişyarî dabûn ku derdorên cuda û hikûmet dikarin bikevin nava hewldanên bi vî rengî. Birêz Ocalan bal kişandibû ser êrîşên ku dikarin li hemberî kesayetên siyasî û endamên heyetê werin kirin. Heyeta me wê îro li Giyadînê, li hemû aliyan guhdarî bike û raporê amade bie. Û vê yekê bi raya giştî re parve bike."
Onder bi vê hişyariya krîtîk dawî li axaftina xwe anî: "Weke Berdevkê Heyeta Îmraliyê, di serî de Birêz Davûtoglû û Yalçin Akdogan ez bang li hemû endamên desteya çareseriyê dikim, ku ji bo karê divê were kirin bicih bîne, li gel çapemeniya neteweyî û navneteweyî em biçin herêma pevçûnê û li aliyan guhdarî bikin. Reva ji vê yekê reva ji rastiyê ye. Berdêla vê ya herî mezin jî wê bi windakirina dengan derkeve holê. Banga min a taybet e li Birêz Davûtoglû. Berpirsyariya siyasî li gel we ye. Guh bidin dengê rastî û aştiyê yê gel. Naxwe gunehê bûyerên li herêmê ji ber qanûna we ya ewlekariyê rû bidin, wê li ser milê we be."