Omer Guney beriya komkujiyê 19 rojan li Enqereyê bû
Omer Guney beriya komkujiyê 19 rojan li Enqereyê bû
Omer Guney beriya komkujiyê 19 rojan li Enqereyê bû
Omer Guney ku li ser qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Parîstê hatiye girtin, derket holê ku beriya komkujiyê 19 rojan di 18’ê Kanûna 2012’an li Enqereyê bûye. Di qeydên balefirgehê de Guney piştî sê rojan li Enqereyê maye piştre bi heman rêyê vegeriyaye Parîsê.
Li gorî nûçeya Fevzî Kizilkoyûn ya di Hurriyetê de, piştî agahî birêya Înterpola Fransayê hatin parvekirin, dest bi lêkolînkirina girêdanên Guney yên Tirkiyeyê kirin. Yekîneya taybet ya li Enqereyê ji bo vî karî hatî avakirin da diyarkirin ku, Guney yê piştî 9’ê Çileyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, hate girtin di meha Kanûnê de hatiye Tirkiyeyê.
Li gorî vê Guney beriya komkujiyê 19 rojan yanî 18’ê Kanûnê ji Parîsê hatiye Stenbolê û ji wî jî hatiye Enqereyê û sê rojan maye. Guney sê rojên li Enqereyê hevdîtin bi çi xizmên xwe re pêk ne aniye, hêjan nayê zanîn ka wan rojan li kuderê maye.
Li gorî nûçeyê yekîneya taybet, serî li agahiyên mamê Guney Ahmet Guney jî dane. Ahmet Guney ji polîsan re ragihandiye ku, herî dawî wî Omer Guney di zarokatiyê de dîtiye, qet agahiya wî ji hatin û çûna wî ya Enqereyê tuneye, her wiha bi kê re hevdîtinan dike jî nizane.
Li gorî nûçeyên beriya niha di çapemeniyê de derketin Omer Guney beriya niha 2012’an 10 caran hatiye Tirkiyeyê. Guneyê ku derket holê di meha Tebaxê de 8 rojan li Enqereyê maye, her wiha nayê zanîn di nava van 8 rojan de li gel kê hevdîtin pêkaniye û li kuderê maye.