Omêd Sebeh: Tu belgeyek li ser komkujiya Rojava nehatiye dîtin

Omêd Sebeh: Tu belgeyek li ser komkujiya Rojava nehatiye dîtin

Berdevkê Serokê Herema Kurdistana Federal ya Iraq (SHKFI) Omêd Sebeh li ser encamê rapora çavdêriya ya Rojvaya Kurdistan ji aliyê Komîteya Amedekar ya KNK nirxandinên sosret kir û komkujiyên li Til Hasil- Til Eran û Til Ebyed encamên şerên dinavbera “du aliyan” binav kir.

Berdevkê SHKFI Omêd Sebeh îro di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya SHKFI belav kir de, nirxandinin sosret li ser encama rapora çavdêriya Rojvaya Kurdistan ji aliyê Komîteya Amedekar ya KNK kir û nêrînên komên çete yên li dijî gelê Kurd li Rojavaya Kurdistanê pêk tînin dubare kir. Berdevkê SHKFI Omêd Sebeh di nirxandinên xwe yê sosret de, komkujiyên li Til Hasil- Til Eran û Til Ebyed ji nedîtî hat û  wek encamên şerên dinavbera “du aliyan” bi nav kir.

Sebeh diyar kir ku endamên şandê roja 19’ê Tebaxa 2013 serdana Rojavaya Kurdistanê kirine, 5 rojan li wir çavdêriyan kirine û bi nêzîkî 400 kesan re hevdîtinan pêk anîne. Berdevkê SHKFI Omêd Sebah rapora şandê wek xwe şîrove kir û nirxandinê xwe yê sosret didomand. Her çend ne mijara şandê êrîşên komên çete yê ser Rojavaya Kurdistan bû jî, ku Amûdê bajarekî arame wek rojevek esasî derxist pêş. Kesên endamên komên çete û dardestê hêzên xirnexwazên Rojavaya Kurdistan wek “şehîd” binav dike û wiha dibêje: “Nehiştine serdana bajarê Amûdê bikin da ku derbarê êrişa li dijî xwepêşanderan û çawaniya şehîdbûna wan lêkolînê bikin. Di encama hemû lêkolîn û hevdîtinên bi xelkê re tu belgeyek ku nîşan bide komkujî li dijî kurdên rojavayê Kurdistanê pêk hatibe nehat dîtin û bûyerên ku qewimîne jî tenê pevçûna di navbera du aliyên çekdar bûye.”