Olûç: YSK kemîn danî, kaos didome

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, li ser biryara YSK'ê ku mazbatayê nade hevşaredarên BHQ'yî, got, 'kemîn' e û hişyariya kaosê da.

Berdevkê HDP'ê Saluhan Oluç biryara YSK’ê ya der barê şaredarên HDP'ê yên bi BHQ'ê hatibûn îxrackirin rexne kir û got: “Ev kemîn e. YSK bi vê biryarê Tirkiye dixe nava kaosê. Ev biryar komploya siyasî ye." 
 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, têkildarî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya der barê şaredarên HDP'ê yên ku bi BHQ'ê hatibûn îxrackirin, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, anî ziman ku ewê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê pêk bînin û biryara YSK'ê di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) de binirxînin. Oluç, anî ziman ku biryara YSK'ê kemîn e û wiha got: "Ev biryar berê hatiye plankirin. Komploya siyasî ye. YSK'ê kemîn li pêş me danî. Hûnê bêjin dadger çawa kemîn datinin? Belê. Em bûn şahid ku Dadgerên Tirkiye kemîn danîn. Biryara YSK’ê tê vê wateyê. YSK'ê dikarîbû van kesên bi BHQ'ê hatine îxrackirin neke bernamzet. YSK, der bare her tiştî yên hewce û ne hewce de giştînameyan amade dikin. Lê têkildarî vê mijarê giştîname amade nekiriye. Em berê li dijî vê yekê derketin û me got li dijî hiqûqê ye. YSK'ê bi vê biryarê li dijî vîna gel darbe pêk anî. Ji ber rêya îtîrazê li pêş me tune li dijî vina gel darbe pêk anîye. Aşkere qeyûm tayînî vîna gel kiriye. Hilbijartina nu winda kirin û bêyî ku mazbata bidin qeyûm tayîn kirin." 
 
LI BAXLARÊ HDP JI SEDÎ 71 DENG STEND 
 
Oluç, li şûna navê AKP'ê "Wê" tercîh kir û got: "Li li navçeya Tûşba HDP'ê ji sedî 53 û wê ji sedî 39 deng stend. Li Artemêtê HDP'ê ji sedî 54ê ji sedî 42, li Çardêranê HDP ji sedî 53 deng stend. Li Rezan HDP'ê ji sedî 71 deng stend partiyên din bi tevî ji sedî 25 deng stendin. HDP di hilbijartinê de bi ser ket, lê YSK li şûna mazbata bide partiya serkeftî mazbata daye partiya winda kiriye." 
 
Oluç, herî dawî da zanîn ku biryara YSK'ê keyfî ye û we vê biryarê nas nakin û wiha got: "Ji bo Tirkiye têxin nava kaosê biryarek wisa dan.