Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li navenda giştî ya partiya xwe li ser mijarên di rojevê de ne civîneke çapemeniyê li dar xist.
DAYIKÊN ŞEMIYÊ
Olûç nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê da û bi bîr xist ku êrîş bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû hatiye kirin. Olûç ji bo Soylû got, "Îro daxuyaniyek da. Got, 'îstîsmara dayikan'. Ev gotina rûreş, cara yekê ji aliyê wî ve hate gotin."
Olûç bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan asla 2011'and ema serokwezîr bû bi Dayikên Şemiyê re rûnişt û wêneyê wê civînê nîşan da. Olûç got, "Ji bo lêborînê ji ber bûyerên rabirdûyê bixwazin li hev rûniştin. Erdogan soz da Dayika Berfo ku wê hestiyên kurê wê bibînin. Ey Suleyman Soylû; gelo yên terorîst ev mirov in? Li ser windayên salên 90'î li meclîsê komîsyona lêkolînê ava bû û raporeke berfireh amade kir. Soylû dikare li wê raporê binere û hîn bibe. Piştî ku ev rapor li nava saziyên pêwendîdar ên dewletê qeyd bû, dewlet neçar e bi berpirsyariya wê rabe."
Olûç da xuyakirin ku AKP'ê mohra xwe dananiye binê Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û got, "Pêwîste ev peyman bikeve rojeva meclîsê û ji aliyê hemû partiyên siyasî ve were destekkirin."
Olûç bi dewamî got, "Me giliyê Soylû kir. Me gilî kir, ji bo ew polîsên êrîşî wekîlên xwedî mafê destnedanê ne kirine, bên eşkerekirin.
Dayikên Şemiyê heta niha gelek ên weke Suleyman Soylû dîtine. Sekna wan a bi biryar ti carî nehatiye şikandin. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin bişikînin. Ew rûmeta mirovahiyê diparêzin. Ji niha û pê ve jî wê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê jî piştgiriya xwe ya ji bo wan dewam bikin."
'DEWLET JI NÛ VE DERSIMÊ DIŞEWITÎNE'
Li ser şewata li Dersimê ku hefteya bihurî ji aliyê gel ve hate vemirandin, lê doh dîsa dest pê kir, Olûç diyar kir ku heyetek ji wekîlên HDP'yî wê sibe biçe Dersimê. Olûç got, "Hin hêzên dewletê li Dersimê ji nû ve agir berdan daristanê. Serokwekîlê koma me û 8 wekîlên me bi rê ketin. Wê sibe li daristanên hatine şewitandin bin. Wê rewşê binirxînin bê dikare çi bê kirin. Em zanin ku balafirên welêt ên ji bo vemirandina êgir hene. Ji bo vemirandina şewata li Dersimê yek ji van balafiran jî ranekirin. Yên ku vê dikin, sûc dikin."
'DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN BERDAN'
Olûç bi bîr xist ku girtiyê nexweş Koçer Ozdal jiyana xwe ji dest da û got, "Mehkûmekî ku li servîsa lezgîn dest û lingên wî kelepçekirî bûn, jiyana xwe ji dest da." Olûç xwest, girtiyên nexweş tavilê bên berdan."